Foza Yûsif: Divê em ji hemû senaryoyan re amade bin

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif li ser pêvajoya entegrasyonê ya li Rojavayê Kurdistanê dimeşe û pêvajoya nû ya têkoşîna jinan a li herêmê axivî û got: “Divê em ji hemû senaryoyan re amade bin.”

Navenda Nûçeyan – Ji 6’ê Çileyê ve komployeke mezin li dijî destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê di meriyetê de ye. Bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 29’ê Çileyê de ji bo pêşîgirtina li komkujiyek mezin a dihat xwestin li Rojavayê Kurdistanê bê meşandin, di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de peymanek hat îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de xebatên entegrasyona demokratîk ketin meriyetê. Digel ku pêşî li komployê hat girtin jî hê metirsî li ser şoreşê berdewam dike.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî rewşa dawî ya li herêmê, xalên entegrasyonê yên ku dikevin meriyetê, metirsiyên ku hê jî li ser herêmê didomin, têkoşîna jinan dê ji niha û şûnde çawa be bersiv da pirsên edîtora ajansa me Bêrîvan Înatçî.

*Em ber bi salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ve diçin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê weke duyemîn komploya navneteweyî nirxand. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Pênaseya Rêber Apo ya ku ev komploya duyemîn e, bi rastî jî rewşa heyî bi temamî îfade dike. Dema ku mirov li komploya 99’an dinêre û ya niha em şîrove dikin, dibîne ku gelek mijarên dişibin hev hene. Armanc ew e ku careke din di şexsê Rojava de vîna gelê Kurd were şikandin. Di komploya 99’an de hewl dan rêbertiya gel hedef bigrin û êrişekî bi vê rengê pêş xistin li ser Rêber Apo. Di vê komployê de jî careke din fikra neteweya demokratîk hedef hat girtin. Yanî dîsa Rêbertî hedef hat girtin. Di wê komployê de jî hedefa esasî ya ku gelê Kurd û gelê Tirk, gelê Kurd û gelê Ereb bi hev bidin şerkirin hebû. Rêber Apo wê çaxê dema pênase dikir digot ‘weke guleyek agir min avêtin Tirkiyeyê, ji bo ev şer sedsalekî din jî berdewam bike.’ Armanca vê komployê jî ev bû ku Ereb û Kurdan bi hev bidin şerkirin. Heman demê ev şer wê derbasî Bakurê Kurdistanê jî bûbuya. Heya niha jî ew xeter heye. Ji ber ku ger rola Tirkiyeyê di qirkirina li Rojava de hebe, li Bakur bêguman ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin jî têk diçe.

Di komploya 99’an de jî jin hatin hedefgirtin. Azadiya jinan, fikrên azadîxwaz ên jinan ku Rêber Apo pêşengiya wê kir hedef hatin girtin. Vîna jinan hedef hat girtin. Niha jî wiha ye. Jixwe şoreşa jinan ne tenê ya 15 salan e. Şoreşa jinan a ku bi salan e li ser xebat hatiye meşandin, ked hatiye dayîn û bi gelek gavên girîng û dîrokî bi pêş ket tê xwestin bê têkbirin.

Her wiha hêzên ku di Komploya 15’ê Sibatê de cih girtin, gelek ji wan hêzan di vê komployê de jî cihê xwe girtin. Ev jî ne tesadufî ye. Ji ber wê divê ev hemu pir kûr bên nirxandin. Mesele ne tenê Rojava bû, bi rastî hebûna Kurdan, azadiya jinan hedef hat girtin. Hedef ew bû ku şerekî navxweyî yê sedsalê derkeve. Bêguman mirov bi temamî nikare bibêje ku komplo têk çûye. Dibe ku niha agirbest heye û gav tên avêtin di çarçoveya agirbestê de lê em nikarin bi dilekî rehet bibêjin ev bi temamî têk çûye. Hinek kes seranser nêz dibin dibêjin hûn ji her tiştî re dibêjin komlo. Lê na em ji her tiştî re nabêjin komplo. Lê ev li ber çavan e. Dema ku tifaqek hebe li dijî te, hêz di hindurê vê tifaqê de bi awayekî veşartî vê bikin û vana ji bo têkbirina dozek bên kirin navê wî komplo ye. Divê em weke gelê Kurd û weke jin viya pir baş bixwînin. Em nikarin hinek tiştan, bi tiştên rojane îzah bikin. Ger em fêm nekin ku çi li ser me tê pêşxistin, em ê nikaribin pêşiya wê jî bigrin, tedbîr jî bigrin. Em ê nikaribin têkoşîneke rast jî li dijî wî bimeşînin. Ger em bi awayekî berfireh lingên vê lîstikê şîrove nekin û pênase nekin em ê nikaribin têkoşîneke rast bimeşînin. Lewre ev hemû dema em digrin ber çavan û şîrove dikin, pir aşkere ye ku komployeke pir berfireh di şexsê Rojava de li dijî tevahî Kurdan tê meşandin û xeteriya herî mezin jî di vir de veşartî ye.

*Piştî ku 5’ê Sibatê peymana li Parîsê hat îmzekirin, di 6’ê Çileyê de êrişan destpê kir. Ji şêwazê êrişê û komkujiyên ku pêk hatin, ji zimanê çapemeniya alîgir ku şerekî taybet ê pir qirêj da meşandin, mirov têdigihîje ku konseptek pir giştî heye. Ev peymana ku hat îmzekirin ji bo pêşî li qirkirinê bê girtin,aAktorê sereke yê ku pêşengiya vê kir kî bû?

Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên dawiyê de pir li ser vê radiwestiya. Digot ev şer li ser Kurdan û Ereban hatiye ferzkirin. Yanî ev şer encama planek e. Binêrin li Şêx Meqsûdê di demên derbasbûyî de dema êriş kirin, gule dihatin avêtin, pevçûnên kurt çêdibûn û paşê disekinî. Hemen mudaxale çêdibû. Hikûmeta Şamê mudaxale dikir, me ji wan re digot, yan jî Emerîkiyan mudaxale dikirin û dihat rawestandin. Lê 6’ê meha Çileyê guhertinek çêbû. Ew drona ku li herdu Hêzên Ewlekariya Hindur da, bi rastî kê wan dronan şand, kî vê kir, ev hemû plankirî ne. Wisa bi rengekî jixweber çênebûne. Piştre berdewam kir. Çend caran daxwaz hat kirin ku em rûnên. 8’ê Çileyê diviyabû civîn çêbûya û lihevhatinek çêbûya. Lê çi bû ku ewqas ecele hat kirin? Çi sedem hişt ku wiha bibe? Tê fêmkirin ku hinek sedem hene, plan hene, ji ber wê ewqas ecele dikin.

Li Dêr Hafir û Meskenê ev yek bi rengekî vekirîtir derket holê. Li Dêr Hafir û Meskenê QSD’ê ji wan re got em amade ne xwe bikşînin. Tevî vê jî ew li gorî agirbestê tevnegeriyan. Ev jî gelek sedem hene ku dide diyarkirin esas her tişt bi amadekarî ye û ya din jî di şer de îsrar heye. Ji bo vê jî Rêber Apo berî vê bi du mehan hişyariyek wiha kiribû. Gotibû ‘Dê Xeza çêbibe.’ Em jî di ferqa vê de bûn. Lewre me hewl da pêşî lê bigirin. Lê aliyê li hember bi îsrar bû, şer berdewam bike. Ji bo Peyman pêk bê û metirsiyên heyî bên famkirin Rêber Apo pir hişyar kir. Digot pêwist e mirov pêşiya vî şerî bigre, ji ber ku ev şer pir zirarê wî hene. Pir hewldan jî çêbûn weke mînakên Dêr Hafir û Meskenê ku pêşiya vî şerî bê girtin. Biryara vekişandinê ya QSD’ê ji bo vê bû. Ev neket meriyetê û şer berdewam kir. Hişyariya Rêber Apo û pêşdîtina wî ji bo rewşa ku biqewime ji bo me rê nîşan da ku xeteriyek çawa heye û em çawa dikarin van xeteriyan berteref bikin.

*Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev salek e pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk dimeşe bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Pêvajo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e û Rojava jî ji vê ne cuda ye. Rewşa vê derê dê bandoreke çawa li vê pêvajoyê bike? An jî pêvajoya ku niha dimeşe dê ji niha û şûnde bandoreke çawa li Rojavayê Kurdistanê bike?

Niha bêguman rewşa li Bakur bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê dike. Her çiqas sînor hatibin danîn jî di nava Kurdan de, dijminê me her dem viya bi me dide hîskirin ku em çiqas sînoran di serê xwe de çêbikin jî siyaseta wan a li hemberî Kurdan yek e. Lewre rewşa ku li Rojava çêdibe, girêdana wê ya pir mezin bi Bakur re heye. An jî bi rewşa Tirkiyeyê re. Niha li Tirkiyeyê pêvajoyek bi rê ve diçe. Di ferqê de ne ku li Rojhilata Navîn gelek plan hene. Dixwazin li Tirkiyeyê jî alozî kûr bibe. Ji bo wê dibînin ku ger ji bo pirsgirêka Kurd gav bê avêtin, dibe ku xeteriya kêm bikin. Hinek wiha difikirin. Lê hinek jî di qirkirina Kurdan de bi îsrar in. Heqîqetek wiha heye. Ev dihêle ku aliyek Tirkiyeyê jî di vê planê de cih bigre. Ev jî bêguman tesîrekî pir neyînî dike. Niha ger projeya neteweya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi pêş bikeve wê viya bihêle ku hin cîrantiyek baş di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bi pêş bikeve. Di heman demê de ev rê li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê vedike. Ger Sûriye komareke demokratîk be, dikare bi Tirkiyeyê re jî têkiliyên mayînde û baş ku xizmeta gelê Kurd û gelê Tirk jî bike dayne.

Lê ger di Sûriyeyê de şerê navxweyî hebe, li Sûriyeyê Kurd û Ereb bi hev re şer bikin, an jî Turkmen bikevin nava vî karî, Sûriyeyekî aloz û antîdemokratîk dê çêbibe, wekî ku dema ku DAIŞ hat xeteriyek pir mezin li ser tevahî herêmê jî çêkir. Pergaleke antîdemokratîk jî bandoreke pir mezin dike. Lewre ev lawazbûna Rêveberiya Xweser an jî pergala neteweya demokratîk tu feydeya xwe ji Tirkiyeyê re nîn e. Dibe ku bi demkurtî Tirkiye bibêje min sûdê ji vê girt lê bi demê re nexweşiyên civakan û nexweşiyên welatan belav dibin. Nexweşiyên civakan sînoran nas nakin. Mînak rewşeke li Iraqê çêdibe yekser tesîrê li vir dike. DAIŞ li Iraqê derket lê herî zêde li ser Sûriyeyê tesîr kir. Li ser tevahî herêmê kir. Ji ber wê jî wextê mirov vana bigre ber çavan, dibîne ku bandoreke pir mezin li ser hev dikin. Rewşên aloz ên ku li Sûriyeyê diqewimin bi awayekî demdirêj wê zirarên wê li ser tevahî herêmê çêbibin. Di heman demê de wê ji bo Tirkiyeyê jî zirarên wê mezin bin. Bi awayekî stratejîk Tirkiye bi siyaseteke antîdemokratîk an jî bi piştgiriya hêzên antîdemokratîk nikare bihêz bibe. Berevajî vana wî lawaz dikin.

Dema ku mirov van hemûyan tîne gel hev, diyar dibe ku rewşa Rojava jî bandoreke pir mezin li ser pozîsyona Bakur dike û me di van pêvajoyên dawiyê de jî bi awayekî aşkere dît.

*Beriya pirsa xwe ya li ser xalên entegrasyon û rêveçûna wê dixwazim vê yekê bipirsim Rojava çi ye? Tiştên ku li Rojava ji bo gelan û bi taybetî ji bo jinan hatin bidestxistin çi ne?

Tişta herî esasî di van 15 salan de ev derket holê gel çawa dikare bê dewlet xwe birêve bibe? Ya duyemîn jî pergaleke ku hem hemû netew hem hemû bawerî bi zimanekî azad bikaribin xwe îfade bikin heye. Mijara herî sereke û ya ku li tu deverên cîhanê nîn e ew jî beşdariya jinan û pergala jinan a ku li vê derê xwe ava kiriye ye. Li ser vê bingehê Hevpeymana Civakî ji bo van xebatekî pir taybet hat meşandin. Li ser vê bingehê jiyan hat birêxistinkirin. Ji bo wê mirov dikare vê bibêje, tiştê ku li Rojava hat damezrandin dibe ku di dîroka Rojhilata Navîn de yek ji rûpelên herî zêrîn û rûpelên ku her kes bi şanazî behsa wê bike ye. Pêvajoyeke wiha ye pêvajoya ku li vir hat meşandin. Ji ber cara yekemîn e  gelên li herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, bi hemû rengên xwe bêyî ku kesek ji ya din baştir be yan jî ji ya din bihêztir be, her kes li ser koka xwe şîn dihat. Her kes bi zimanê xwe xwe îfade dike. Di vê tecrûbeya Rojava de bi rastî ger mudaxeleyên derve neyên kirin gel hevalên hev in. Yanî ne dijminên hev in. Gelek caran ev tê gotin ‘vayê dijminatî di navbera gelan de heye.’ Bêguman di nava her miletî de yên xayintiyê dikin hene. Kes nikare vê înkar bike. Tu li dîroka kîjan miletî binêrî xayin tê de hene. Lê dema ku hinek hikum tên ferzkirin bi êrişê, civak diperçiqin û carna ji cewherê xwe jî derdikevin. Carna kîmya wan tê guhertin bi rastî.

Ez vê dibêjim xwebirêvebirin gelekî girîng e. Weke jin hebûna xwe di hemû aliyên jiyanê de birêxistinkirin û pênasekirin pir girîng e. Ev li vir çêbûn. Mirov dikare bibêje cara yekemîn e ku zimanên dihatin qirkirin, mînak zimanê Suryanî gelek bi paş ketibû lê di van salan de ziman zindî bû. Mînak Kurdî. Me berê bi dizî dixwend. Lê di van salan de Kurdî zindî bûye, wêjeya wê xurt bûye. Tiştên ku Kurdan di du sed salên dawî de nikaribûn bikin, di nava 15 salan de kirin. Ez ji bo wêjeya Kurdî vê dibêjim. Ji bo civaka Ermen jî wiha ye. Bê tirs mirov bijî, tiştekî pir pîroz e. Ji bo hemû pêkhateyan ev pêvajoya Rêveberiya Xweser pêvajoyeke ku bi tîpên zêrîn bikeve dîrokê ye. Her wiha wê di nava tarîtiya Rojhilata Navîn de her dem cihek bi ronî bigre.

*Ji 2’yê Sibatê heya niha xebatên entegrasyonê tên meşandin. Heya niha çi pêşketin çêbûn di vê der barê de, ji niha û şûnde ji bo gavên bên avêtin nîqaşên tên meşandin çi ne? Destkeftiyên gelan ên we niha qala wan kir dê çawa bên parastin?

Ji bo entegrasyonê çend gav hatin avêtin. Yek jê mijara agirbestê bû, ya din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi entegrasyonê kir. Gava sêyemîn jî ji bo hinek saziyên weke firokxane û cihên petrolê û mijarê xwe paş de kişandinê bû. Niha di vê pêvajoyê de ye ku divê hêzên leşkerî xwe paşve bikşînin. Li Hesekê beşek xwe paşve kişandin. Hem QSD’ê hem jî hêzên girêdayî Wezareta Parastina Şamê.  Divê niha ev meseleya xwekişandina leşkerî berdewam bike. Asta gavên ku li gorî peymanê gihîştiye ev in.

Bêguman ev rewş dê bandoreke mezin bike di aliyê pergala Rêveberiya Xweser de û gelek mijar hene ku divê guhertin tê de çêbibin. Li gorî peymana Rêveberiya Xweser madeyek dawiyê hebû. Ger dema pêş lihevhatin an jî hevpeyman çêbibin dê guhertin çêbibin. Niha jî li ser vê esasê hinek guhertin çêdibin. Rastî tiştê esasî yê li vê derê mirov nikare bibêje bi vê pergala vê derê ya parezgehê, bi pergala giştî ya li Sûriyeyê heye bi her awayê weke ya Rêveberiya Xweser e. Ne weke hev e ferq heye. Lê li gorî şert û zirûfên niha heyî, li gor xeteriyên ku em pê re rûbirû ne, niha hewldan heye ku em çawa di asta herî bilind de hem destkeftiyên xwe biparêzin, hem jî bikaribin xwe birêve bibin.

Rêveberî ji bo gelekî pir girîng e. Dibe ku navê wê bê guhertin lê pir girîng e ku dîsa vîna em xwe birêve bibin heye. Heya radeyek niha ev hatiye parastin. Ez nabêjim ji sedî sed lê heya radeyek hatiye parastin. Mijara duyemîn parastina hundurîn e ku ew jî heya radeyek heye. Ev jî pir girîng e. Mijara sêyemîn, Kurd di dîroka Sûriyeyê de cara yekemîn e ku weke hebûn tên qebûlkirin. Ev bi saya fedakarî û qehremaniya şehîdên me, şervanên me û gelê me ye. Heya niha polîtîkaya înkarê hebû. Bi têkoşîna xwe me vê yekê mecbûr kir. Di peymana 10’ê Adarê de jî ev hebû di mersûma cumhûr a hat ragihandin de jî ev îtîraf heye. Heya niha Kurd dihatin înkarkirin. Niha êdî her kes neçar e Kurdan qebûl bike, ne tenê qebûlkirin. Berê digotin Kurd mêvan in. Dev jê berde em bibêjin hebûna te bi hemû aliyan qebûl bike, nasnameya Sûriyeyê jî layiqî Kurdan nedîtin. Tu tune yî yanî. Bê nasname yî. Ev têkoşîna me wan mecbûr kir ku îtiraf bê kirin.

Çend mijarên sereke hene ku em dikarin li ser têkoşîna xwe ya hiqûqî û yasayî bimeşînin. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê pêk bînin û mafên xwe yên di destûra Sûriyeyê ya pêşerojê de misoger bikin riya têkoşînê ji me re vedike. Heman demê derfet ji me re ava dike ku em bikaribin ji bo tevahî Sûriyeyê jî siyasetê bimeşînin. Her wiha ji me re rê vedike ku em herêmên xwe jî birêve bibin. Niha ev mijarên girîng in ku em li ser ava bikin. Hem di aliyê Sûriyeyê de hem jî di aliyê herêmî de alozî berdewam dike. Hê jî gelek hevsengî hene ku mimkûn e were guhertin. Hê jî li herêmê tiştek cihê xwe negirtiye. Niha mijara girîng ew e ku em di van şert û zirûfên heyî de çawa hebûna xwe biparêzin û em di nav vê bahozê de nefetisin, tune nebin. Em xwe biparêzin, hebûna xwe biparêzin û mijarên esasî biparêzin ku di dema pêş de siyasetê bikin.

*Ev komên çete herî zêde jî êrişî hebûna jinan kirin. Ji vir û şûnde dê jin têkoşîneke çawa bimeşînin?

Jin jî divê weke gelê Kurd têkoşîna xwe bidomînin. Erebên li Şamê jî ji rewşa heyî aciz dibin. Ji ber ku nikarin weke berê bijîn. Gelek tişt hatine guhertin. Jin, Kurd û tevahî Sûriyeyî yên dixwazin azad bijîn, divê em hemû vê bizanibin rewşa ku li Sûriyeyê qewimî pêwist dike ku em ji nû de stratejiya têkoşînê diyar bikin. Ev stratejiya têkoşînê jî ew e ku em di nava saziyên heyî de çawa têkoşîna xwe berdewam bikin. Di warê yasayî de vê berdewam bikin. Ji bo em Sûriyeyê veguherînin cihekî ku em bikaribin tê de bijîn, mafên xwe tê de biparêzin divê em ji bo wê kar bikin.

Gava din jî min got komplo di esasê xwe de li dijî jinan e. Li ser jinên azadîxwaz e. Êrişekî pir dijwar li ser jinan heye. Bi qasî ku di şer de êrişekî fîzîkî heye ewqasî jî di medyaya dîjital de, li ser ragihandinê jin pir tên hedefgirtin. Ji bo tunekirina vîna jinan êrişekî pir bêexlaqî tê meşandin. Divê em jî xurt bin. Em nebêjin êdî xilas bû, her tişt çû. Ne wisa ye. Binêrin di dîroka Şoreşa me ya Rojava de, hema ji 2011’an heya niha me gelek tişt jiyan. Em gihîştin lutkeyan û daketin, em dîsa rabûn. Li Kobanê tenê deriyê Murşîd Pinar mabû. Tiştek nemabû lê mûcîzeyek çêbû, newisa. Di van rojên derbasbûyî de me jî mûcîze çêkir. Gelê Kurdistanê mûcîzeyek siyasî çêkir. Li her derê vîneke pir mezin da nîşandan. Ev çi dide xuyakirin? Dersa ku em jê derxin ew e ku ‘ger tu li ber xwe bidî wê cîhan hemû xwedî li te derkeve.’ Ger tu têkoşîna xwe berdewam bikî wê her kes hurmetê nîşanî te bide. Ger tu bi armancên xwe ve girêdayî bî divê tu bi îsrar bi têkoşînê ve girêdayî bî. Bêguman êriş gelekî dijwar e lê divê em li xwe xwedî derbikevin. Em divê dev ji xwe bernedin. Bi rastî dev ji xwe berdan mirin e. Mirina esasî dev ji xwe berdan e. Şahadeta hevalê Ziyad, hevala Denîz hêzeke pir mezin da Kurdan. Lê mirina esasî ew e ku tu dev ji xwe berdî. Dev ji xwe berdan xiyaneta herî mezin e. Îsrarkirin pir muhîm e divê em hêviyên xwe neşkînin. Weke jin jî divê em hêviya xwe neşkînin.

Keziya wê hevalê riyekî nîşanî me dide. Ev rê jî ev e: Em bi tu awayî gav paşve navêjin. Hûn keziyên me jêbikin, koka wê li cem me ye. Ew kezî ji holê ranabe. Hûn cenazeyên me ji avahiyan davêjin em dibin teyr û difirin. Ev pergala baviksalar a peşverû bila nebêje me ew şikandin. Mirina esasî di vir de ye. Na, em ê bi îsrarekî mezin, bi îrade û bi coş di hemû qadên jiyanê de têkoşîna xwe berdewam bikin. Pêwist e em ji xwe bawer bin. Me di van 15 salên derbasbûyî de hêzeke pir mezin a jinan derxist holê. Divê em rêxistinbûna xwe ji her demê xurtir berdewam bikin. Divê çalakiyên me her dem berdewam bikin. Divê di aliyê yasayî de em hemû weke parazvanên jin tevbigerin. Ji bo Kurdan jî wiha ye. Kurd û jin pir wekî hev in. Qedera jinan û ya Kurdan bi hev re ye. Ji bo Kurdistanê ev pir li ber çavan e. Dema ku demokrasî nemîne jin jî nikarin behsa jiyana bi vîn û serbixwe bikin. Dema em behsa vê dikin tê wateya ku em weke jin jî dikevin merheleyeke nû ya têkoşînê. Ji bo vê jî divê jin stratejiya xwe deynin. Çawa kar bikin çawa tevbigerin. Berê jî di vê der barê de nîqaş hebûn. Lê niha divê em van nîqaşana bi awayekî berfireh bihêz bikin. Pêvajoyeke şer hebû. Em binêrin bê ka pêşketin çawa bin. Ji ber ku hê tiştekî zelal nîn e. Lê weke jin jî divê em careke din xwe birêxistin bikin û plansaziyên xwe bikin ji bo têkoşîna demên pêş.

*Li Emerîkayê kongreyek çêbû ji bo naskirina yasaya ji bo Kurdan. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Hinek kesên ku vê derê dişopînin, siyasetmedar in, kesên ezmûna Rojava ji nêz ve dizanin, sûcên şer ên çêbûn arşîv kirin û ji nêz ve şopandin li kongreyê şahidbûna xwe anîn ziman. Bi belgeyan vê dan nîşandan. Ev girîng e. Li gorî em dizanin wê civîneke veşartî çêbibe û Kongres wê binirxîne. Bi awayekî adil bişopînin rewşa ku li vir dinirxîne. Ji ber ku Emerîka li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê jî aktorekî ye. Berpirsyariya wî heye ji bo rewşên ku îro li Sûriyeyê diqewimin. Helwesta Emerîkayê ji aliyê erênî ve jî neyînî bandorê dike. Mînak rakirina qanûnên Sezar li ser Sûriyeyê pir girîng bû. Em dibêjin ku divê bi wijdan tevbigerin. Her çiqas di vê mijarê de êdî wijdan nemaye, her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Pir caran siyasetmedarên Emerîkî dibêjin cîhan deyndarê Kurdan e. Ez jî dibêjim ku êdî dem hatiye ku deynê xwe bidin, li hemberî qehremanî û fedekariya ku Kurdan kir. Hemû cîhan berpirsiyar in ku vî deynî bidin. Ev deyn jî encax bi nêzîkatiyekî adil, mirovî dikare bê nîşandan.

Êriş dibe ku di rojên pêşiya me de jî berdewam bikin. Rojhilata Navîn di nava aloziyeke pir mezin de ye. Gelek planên navneteweyî hene li herêmê dimeşin. Ev bandorê li Sûriyeyê dikin. Weke Kurd bandorê li me dikin, bandorê li jinan dikin. Divê em ji van hemûyan re amade bin. Tiştê esasî ew e ku ji hemû senaryoyan re divê em amade bin. Niha peymanek di meriyetê de ye, em bi hêvî ne ku bi awayê herî baş bikeve meriyetê. Lê gelek dest di Sûriyeyê de hene. Ev dest hinek destên xirab in jî. Destên tarî hene. Li ku derê dê çi biqewime ne diyar e. Ji bo vê weke jin û weke Kurd divê em hem ji îhtîmalên baş hem jî ji îhtîmalên nebaş re xwe amade bikin. Ji bo em di pêşwazîkirina rewşê de şaşîtî nekin. Pêvajoyeke nû li pêşiya me heye. Ev pêvajo yekgirtinê dixwaze. Em bi vîn û îsrar in ku pêvajoyê bi ser bixin. Gelek tiştên ku me qezenc kirine hene. Gelek tiştên ku em qezenc bikin jî hene. Divê em têkoşîna xwe berdewam bikin.